Pentagon bo Rûdawê: Em dê bi şêwaya xwe bersiva êrişan bidin
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka John Kirby civîneke rojnamevanî de bersiva pirsê Peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zale ya derbarê êrişa bo ser Hewlêrê de da û got êrîşên ku hêzên Amerîkî li Iraqê kirine hedef, dê bersiva wan were dayîn.
John Kirby diyar ku ew ligel hêzên Iraqî di hemahengiyê de ne û got: “Ez dê yek bi yek behsa hûrgiliya nekim. Bê guman ew tişta ku hûn behsa wê dikin serkevtineke baş bû, ji ber ku drone wan hat astengîkirin. Tişta ku ez bêjim ew e ku hêzên me li Iraqê ne ku alîkariya xwe ji bo hevalbendên me yên li wî welatî di operasyonên dijî DAIŞê de bidomînin.”
Kirby got: “Em li ser daxwaza wan li wir in. Ji bo vê armancê hêzên me li wir in û hejmareke kêm a me li wê derê heye. Beriya du hefteyan me bi Iraqê re gotûbêje stratejîk kir û tê de me qala girîngiya van operasyonan jî kir.”
Derbarê naveroka gotûbêjên di navbera Iraq û Amerîkayê de jî Kirby da zanîn: “Me behsa wan rê û tiştan kir ku em bo bihêzkirin û baştirkirina şîyanên hêzên asayişa Iraqê bikar tînin. Herwiha me behsa danûstaninên teknîkî yên di paşerojê de ji bo diyarkirina nexşerêya têkiliyên xwe kir. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku têkiliya me bi hikûmeta Iraqê û hêzên ewlekariyê re xurt e.”
Di beşeke din a axavtina xwe John Kirby got: “Ez ti pêşbînîyan di bareya reaksiyona me ya paşerojê de nakim. Em dê bi hev re kar bikin da ku em di dema xwe ya diyarkirî de pêngavên pêwîst biavêjin ku em bigihêjin ew encama em dixwazin. Bêguman ev êrîş berdewam dikin û ev yek jî cihê dilgarniyê ye.”
Derbarê bersivdana êrişan de jî Kirby got: “Em bi hevkarên xwe yên Iraqî re dixebitin û lêkolîn jî têne kirin. Ez di wê baweriyê de me ku divê em rê bidin wan da ku ew karê xwe bikin û biryar bidin ku di paşerojê de çi bikin.”
Rudaw