• Friday, 29 November 2024
logo

Rêveberiya Xweser 34 zarokên malbatên DAIŞî radestî Rûsyayê kir

Gulan Media April 19, 2021 Nûçe
Rêveberiya Xweser 34 zarokên malbatên DAIŞî radestî Rûsyayê kir
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Qamişlo 34 zarokên malbatên çekdarên DAIŞê radestî şandeke Rûsyayê ya bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova kir.

Îro şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li bajarê Qamişloyê ji aliyê Berpirsê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilêtê Sûriyê, Ebdulkerîm Omer re civiya.

Di civînê de mijara radestkirina hejmarek zarokên malabtên çekdarên DAIŞê yên bi esil Rûs hat gotûbêjkirin û jibo vegerandina zarokan bo Rûsyayê protokolek di navbera şanda Rûsyayê û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser de hat îmzekirin.

Di merasima îmzekirina protokola radestkirina zarokan de, li ser navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û her du cîgirên wî Fener El-Giêt û Ebîr Êliya û endama Desteya Rêveber a daîreyê Senaa Deham, amade bûn.

Piştî îmzekirina belgeya radestkirina zarokan, Ebdulkerîm Omer û Anna Koznetsova konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidarxistin û têde diyar kirin, ku radestkirina zarokan ji ber şert û mercên mirovî hatiye pêkanîn.

Komisyara Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Koznetsova roja 20ê Adara borî de ragihandibû, ew amade ne ji bo vehuhastina 30 zarokan ji kampa Holê.

Anna Koznetsova diyar kiribû, ku hemû rêkar temam bûne lê rêkarên taybet bi Korona rê neda ew yek bê kirin.

Li gor zanyariyan, zêdetir ji 35 hezar zarokên çekdarên ji 48 welatên cuda, li kampa Holê dimînin.

Rêveberiya Xweser çend caran hişyarî derbarê rewşa Kampa Holê daye û daxwaz ji welatan kiriye ku hemwelatiyên xwe werbigirin.

Kampa Holê derdora 45 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw
Top