Kifrî- Ji ber êrîşa mûşekî kesek birîndar bû
Feramandarê Pêşmerge Lîwa Osman Qadir ji BasNewsê re axivî û da zanîn îşev dû mûşek arasteyî qezay Kifrî hatine kirin yek ji wan li nêzîkî sengerên Pêşmerge ketiye û ligor zanyariyan ew mûşek ji aliye Derbend Tallewe ji desşta Kifriyê hatine arastekirin.
Herwiha Lîwa Qadir Osman amaje bi wê yekê jî dike niha rewş aram e û hêzên Pêşmerge di amabaşiyê de ne û hîç ziyaneke Pêşmerge tuneye.
Ligor zanyariyên BasNewsê mûşeka din jî li taxa Mam Hemedî ya bajarê Kifriyê ketiye ji ber hemwelatiyekî sivîl jî ji ber wê êrîşê birîndar bûye. Bepirsê Nexweşxaneya Kifriyê Saman Sertîb jî ji BasNewsê re da zanîn ji ber êrîşa mûşekî hemwelatiyek birîndar bûye û ew niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Basnews