Nêçîrvan Barzanî: Divê Pirsa Kurd di çarçova Sûriyê de bê çareserkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 18/04/2021, pêşwazî li Cîgirê Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê David Brownstein û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Rob Waller kir û krîza Sûriyê û pirsa Kurd a li wî welatî mijarên sereke yên civînê bûn.
Nêçîrvan Barzanî, di civînê de dûpat kir ku “çareserkirina rewşa aloz a Sûriyê bi şev û rojekê nabe û rêya serbazî ne çareserî ye, divê pirsgirêka Sûriyê bi rêya siyasî û diyalogê bê çareserkirin.”
Derbarê pirsa Kurd a li Sûriyê jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, “Pirsa Kurd divê di çarçova Sûriyê de bê çareserkirin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Brownstein tekezî li ser wê kir ku “DAIŞê li Sûriyê hê jî metirsiyeke rasteqîn e û Amerîka û Hevpeymana Navdewletî hevkarî û piştvaniya hêz û aliyên hevpeymanên wan dikin di rûbirûbûna terorê de.”
Dawîn pêşhatên rewşa Sûriyê bi giştî, erkê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, amadehiya hêzên navdewletî, rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê, girîngiya seqamgiriyê, giftugoya aliyên Kurdî û pirsa Kurd li wî welatî beşek ji mijarên wê civînê bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.
Rudaw