Davutoglu: Ez axavtibam AK Partî nedibû desthilat
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bû mêvanê qenala Youtubê yaHadî Ozişik û bersiva pirsên Gurkan Hacir û Hadî Ozişik da.
Ahmet Davutoglu bal kişand ser cûdahiya sîstema serokatiya ku ew difikire û sîstema serokatiyê ya ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peyrew dike û wiha axivî: “Di hevdîtina me ya sala 2014an de ligel birêz Serokomar min jê re got sîstema parlamenterî zêdetir guncaw e û em derbasî sîstema parlamenterî bibin, ezê di kongreyê de hemû erkên xwe radestî we bikim. Hûn jî dikarin bi wan erkan serokwezîriyê bikin. Di wê demê de ger min parastina bihêzkirina serokwezîriyê bikirina, dê wek ez li hember serokkomar hesabê şexsî dikim xuya bikira. Ligel ku min ev nekir jî kesên ev fesadî kirin navbera min û serokomar têk dan.”
Davutoglu got: “Min got ez nabim serokwezîrekî pepûk. Werin em bi oposizyonê re li hev bikin û derbasî sîstema parlamenteriyê bibin, ez serokatiya giştî jî bidim û di hilbijartinan de em dê bi serkevin. Hûn ji bibin serokwezîrê sîstema parlamenteriyê ya ku hemû erkan destê xwe de digre. Ez jî bibim şêwirmendê we. Bi we re tu şerekî min tune ye ji bo desthilatdariyê lê wiha jî na meşe.”
Serokê Partiya Pêşerojê pêşniyara xwe ya bo Erdogan jî wiha anî ziman: “Bila serokwezîriyek bihêz hebe hemû erk di destê we de be, ez jî dîsan çente hilgirim. Ji bo min ne girîng e. Çavê min ne li desthilatdariyê ye.”
Li ser van gotinên Davutoglu, Hadi Ozişik pirsa “we çima ev tişt wê demê ji herkesî re vekirî negotin” jê kir. Davutoglu mînaka Ecevît da û got:
“Rahmetiyê Ecevît şerê xwe yê bi Sezer re li Encumena Ewlekariya Niştîmanî (MGK) jî berdewam kir, çi bû? Roja din Tirkiye ket nav aloziyê. Gelo Ecevît mirovekî xirab bû?. Êdî xwe negirt û şerê hebû da derve. Tirkiye ket krîzekê. Rahmetiyê Ecevît careke din jî nebû desthilatdar. Ger min ew şerê ku di nav me de hebû bidana derve , kar ne dihat meşandin. AK Partî wê demê hikûmeta kêmîne bû, di hilbijartinek din de êdî nedibû desthilat. Em ji bo ava bikin hene, ne ji bo xirakirinê. Ez niha çima wan tiştan dibêjim. Ji ber ku niha Tirkiyê baş birêve nabin. Ger Tirkiye baş bihata birêvebirin ezê îro bêdeng bûma û min dê ji xwe re pirtûk binivîsandina. Heyfa vî welatî. Kesên ku wê demê bûn yek li hemberî min û ji bo min ji serokwezîrî bixin dek û dolab gerandin îro bi hevre di nav şer de ne. Tu kes ji wan ne aram in. Tu kes ji wan ji cîhê xwe ne qayile lê ez bi xwe kêfxweş im ji cîhê xwe û bi rehetî diçim nav gel.”
Davutoglu herwiha got: “siyasetmedarênTirkiyê hemû dostên min in lê bes tenê bi rêzdarî biaxivin. Ma qey ji Erdogan nêzîktir bo min dost hebû. Lê ji min re got sextekar. Dema min 7 sal û nîv şêwirmendî kir jî tu cara çavê min li desthilatdariyê nebû û min mûçeyek zêde jî wernegirt. Bi nîvê mûçeyê xwe yê zanîngehê 7 sal û nîv çentê xwe hilgirt û min kar kir. Birêz Erdogan ji bo mirovekî ku quruşek heram nexwariye got sextekar."
Bi gotina Ahmet Davutoglu ku dosyayek qirêj bi navê Pelikan derxistin holê û gunehekî wisa kirin ku niha tu kes ne aram e.
Davutoglu got: “Dema ez veqetiyam jî min ji birêz Erdogan re got fesadiyek hat kirin ku êdî di vê partiyê de wê herkes ji bo hevdû dosyayan kom bike.”
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê got jî: “Îro çeteyên trol ên ku xwe dispêrin serok û wezîrên AK Partiyê hene. Kê zerar dît. Ez li gorî hiquqa mirovî û malbatî meşiyam. Lê ew li gor vê hiquqê meşiyan gelo? Ez derheqê Serokkomar û AK Partiyê de sê salan neaxivîm. Ez mirovekî ilimdar im, belavkirina pirtûkên min asteng kirin, konferansên min qedexe kirin û konferansa hevjîna min jî qedexe kirin. Profesorê ku bi min re kar dikirin pileya wan daxistin asta derçûna ji lîseyê.”
Davutoglu herwiha îdia kir ku di heyama xwe de eger wî hinek tişt eşkere kiriban niha AK Partî ne desthilatdar bû û got: “Partiya ku min dest jê berda, min perçe nekiriye. Ma qey me Stenbol û Enqere da winda kirin… Me partî perçe nekir, em hatin avêtin. Li Tirkiyê sedema hilweşîna AK Partiyê gendalî ye. AK Partî bo şerê gendaliyê bike derket holê lê her cor gendalî rewa kirin. Ji bo hejariyê nehêle derket holê lê hejarî kirin qedera vî welatî.”
Li ser pirsa ku “hûn dê bi kê re tifaqê bikin?” Davutoglu got: “Em dê bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Bila ev wek tifaq neyê dîtin. Armanca me ew e bi rastiyên xwe bibin desthilat. Baweriya min bi rapirsiyan nayê, ez ji çavê xwe bawer dikim.”
Rudaw