Welatên biyanî çavdêriya hilbijartinên Îraqê dikin
Daxwaz ji 75 welat û sazî hatiye kirin daku çavdêriya hilbijartinan bikin.
Peyvdara komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê Comane Xelayî ragihand ku vê hilbijaritnên pêşexwest yên Îraqê di 10 meha 10an de werin kirin û bo vê yekê jî komîsyon tevahiya amadekariyên xwe kirine.
Xelayî herwiha eşkere kiriye ku komîsyona bilind ya hilbijartinan daxwaz ji nunerên 75 welat û saziyên medenî û herwiha hijmareke zêde Konsulus û balyozên welatên biyanî yên li Îraqê kiriye daku çavdêriya prosesa hilbijartinên Îraqê bikin.