• Friday, 29 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Cejna Çarşema Sor li xuşk û birayên me yên Êzdî pîroz dikim

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Cejna Çarşema Sor li xuşk û birayên me yên Êzdî pîroz dikim
Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mabesta Cejna sersala Êzidiyan (Çarşema Sor) pîrozbahiyek belav kir û got “Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Em dîsa hemû Êzdiyan piştrast dikîn heta dûmahiyê û hinde Êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn”

Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya pirozbahiyê de qurbaniyên DAIŞê bibîr anî û got “Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Pîrozbahiyek taybet ji bo kesukarên qurbanî yên terorê û yên heta niha di wargeh û kampanda jiyana xwe derbas dikin. Bi hêviya ku cejn û bîrhatinên bên, di rewşeka baştir da li me vegerin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji welatiyan xwest ku pabendî rêkarên tendirutiyê bibin û dibêje “Îsal jî dîsa cejn di demeke ku tevî hemû cîhanê, Kurdistan jî ji destê Kovid -19 ê dinale, hêvîdarim her kes pabendî rêkarên tendirustî û xweparêziyê bin. Mixabin tevî rewşa giran ya jiyana kampan, hê jî çarenivîsa bêhtirê du hezar xûşk û birayên me yên Êzdî yên revandî jî nediyar e.”

Li aliyê din ji bo Êzdiyên revandî jî Serokê Herema Kurdistanê got “Em dîsa hemû Êzdiyan piştrast dikîn heta dûmahiyê û hinde Êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn û çi pêwîst bike ji bo rizgarkirina wan, em amade û berdewamîn. Her wisa hewlên me ji bo avadankirina deverên Êzdiyan û bi parêzgehkirina Şingalê di gel Hikûmeta Federala Iraqê dê berdewam bin.

Sersala we hemûyan pîroz, her sal bi xêr û xweşî.”

Rudaw
Top