Serokwezîr piştîvaniya azadiya Rojnamegeriyê dike
Li gel Organîzatorê navenda Metro civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Organîzatorê navenda Metro bo parastina mafên Rojnamegeran Rehman Xerîb kir.
Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî ziman ku bi her awayî piştîvanî ji azadiya Rojnamegeriyê dike û lazime, dezgehên hikûmeta Kurdistanê jî bi dayîna zaniyariyên rast û dirost, hevkariya karê rojnamegeriyê bikin daku Rojnamegerên Kurdistanê bikaribin bi awayeke pîşeyî kar û erkên xwe cîhbicîh bikin.
Organîzatorê navenda Metroyê jî bi awayeke kurt behsa çalakiyên navenda han kir û spasiya Serokwezîr û hikûmeta Kurdistanê kir ku, hêvî xwest bi hevkariya tevahiya aliyan azadiya Rojnamegeriyê û azadiya wergirtina zaniyariyan were berfiretirkirin ku merceke serekî ya pêşxistina demokrasiyê ye li Kurdistanê de.