• Friday, 29 November 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê li ser “hebûna baregeha MOSSADê” li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê li ser “hebûna baregeha MOSSADê” li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ti baregeheka MOSSADa Îsraîl li Kurdistanê nîne da ku rastî êrişê were.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihnadiye, çend saziyên medyayî yên herêmî belav kirine ku qaşo baregeheka dezgeha îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) li Herêma Kurdistanê rastî êrşê hatiye û çend karmendên wan jî hatine kuştin û birîndar bûn.

Cotyar Adil her wiha gotiye, ser û binê van nûçe û raportan derew e, çimkî ti baregeheka MOSSADê li Kurdistanê nîne da ku rastî êrişê were. Ji xwe berê jî çend caran tohmetên bi wî rengî arasteyî Kurdistanê hatibûn kirin û wê çaxê hatibûn redkirin.

Berdevkê hikûmetê daye zanîn, armanca wan tohmetên vala, komplo ye li dijî Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top