• Friday, 29 November 2024
logo

Rûsye geştên asmanî bo Tirkiyeyê rawestand

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Rûsye geştên asmanî bo Tirkiyeyê rawestand
pspor dibêjin Rûsye peyam dide Tirkiyeyê.
Dibêjin ev peyameke bo Tirkiyeyê.

Hikûmeta Rûsyeyê belav kiriye ku vê ji roja 15ê Nîsanê heta 1ê Hezîranê, tevahiya geştên asmanî yên li Rûsyeyê bo Tirkiyeyê werin sînordarkirin.

Her çend hikûmeta Rûsyeyê bi ti awayî behsa sedema sînordar kirina geştan nekiriye lê psporên siyasî qala vê yekê dikin ku Rûsye bi vê biryara xwe çend peyamên girîng daye Tirkiyeyê.

Pspor dibêjin ku Rûsye bi vê biryara han ji Tirkiyeyê re dibêje li gel Amerîkayê dest bi diyalogê neke, rê nede keştiyên Amerîkî ji behra Spî derbasî qeredenîz bibin û nabe derbarê rêkeftina Montro de Tirkiye bi guhê Amerîkayê bike.

Herwiha tê gotin ku Rûsye bi vê biryara han ji Tirkiyeyê re bi eşkere dibêje ku destwerdana qirîza Ukraynayê neke û piştîvaniya çekdarên Ukranî neke.
Top