Encumena bilind ya fetwayê nirxa serfitre û zekata îsal destnîşan kir
Encumena bilind ya fetwayê, ku girêdayî yekitiya zanayên ayîna îslamî ya Kurdistanê ye, nirxa serfitre, fîdye û zekatê destnîşan kir.
Li gorî wê fetwayê, her kesê ku 7 milyon dînar diavê wî/wê hebe, divê zekatê bide, zekata wê jî %2.5 e.
Encumenê daye zanîn jî, îsal serfitre jî 3 hezar dînar û fîdye jî 3 hezar dînar e.
Basnews