• Friday, 29 November 2024
logo

Çavdêrekî siyasî: Xelkê Kerkûkê hez dikin PDK vegere Kerkûkê

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: Xelkê Kerkûkê hez dikin PDK vegere Kerkûkê
Xelkê Kerkûkê ji bo ku erebkirin, dagîrkarî, şîekirin û zilm û zordarî nemîne daxwaz dikin PDK vegere Kerkûkê.

Çavdêrê siyasî Merîwan Celal ji BasNewsê re got, di serdana herî dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê de bo Bexdayê, yek ji mijarên ku bi berpirsên Iraqî re hat axaftin, rewşa Kerkûkê û deverên Kurdistanî bû.

Merîwan Celal her wiha got, beriya niha komîteya normalkirina rewşa Kerkûkê hatibû avakirin. Wê komîtê bi hikûmeta Iraqê re gihîştibû rêkeftinê ku baregehên PDKê yên li Kerkûkê dîsa li wê partiyê bên vegerandin û hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevbeşî derdora Kerkûkê biparêzin. Lê Heşda Şeibî û welatekî herêmî nahêlin ew rêkeftin bicîh bên. Ew naxwazin kurd vegerin Kerkûkê.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman jî, dema dibêjin kurd mebesta wan PDK ye. Lê xelkê Kerkûkê hez dikin PDK vegere Kerkûkê ji ber ku bi vegera PDKê, erebkirin û şîekirin û zilm û zordarî li Kerkûkê namîne.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, eger beriya hilbijartinan rewşa Kerkûkê neyê normalkirin dê milîs destwerdanê di hilbijartinan de bikin.

Basnews
Top