Mesrûr Barzanî: Hêzên me di têkbirina plana DAIŞê de serkeftî bûn
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Piştî operasyoneke çand mehan, hêzên me yên ewlehiyê bi awayekî serkeftî planeke terorîstên DAIŞê li Hewlêrê pûç kirin, ku li Sûriyê plan hatiye danîn. Endamên vê koma terorîstî ku ser bi rêxistina DAIŞê ne, niha hatine desteserkirin û di bin lêpirsînê de ne.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Li gor zanyariyên dezgehên me yên îstixbaratê, DAIŞê li Kampa Holê ev plan dariştiye, ev jî cihê nîgeraniyê ye û derdixe meydanê ku hê jî şiyana wan heye ku bi neyasayî ji sînoran derbas bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Ez ji hevpeymanan û ji hevbeşên me daxwaz dikim ku metirsiyên vê gefê ya li ser aştî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û derve, bi cidî werbigrin.”
Herwiha da zanîn: “Ez dixwazim dilniyayî bidim xelkê Kurdistanê û kesên ku serdana Herêmê dikin, ku dê parastî bin û dezgehên me yên ewlehiyê bi berdewamî dixebitin ji bo parastina hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê ji terorê û tundiyê. Ez pesnê kar û çalakiya bilez ên hêzên me dikim, pabendbûn û xwebexşiya wan, bûye sedema wê yekê ku em bibin yek ji herêmên herî aram ên Rojhilata Navîn.”
K24