• Friday, 29 November 2024
logo

Rojhilatê Kurdistanê…Li Îlamê erdhejek pêkhat

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê…Li Îlamê erdhejek pêkhat
Îro 13.04.2021ê li nahyeya Mûrmûr a ser bi bajarê Abdanan a ser bi parêzgeha Îlamê erdhejek bi hêza 3.7 pêkhat.

Li gor zanyariyên malpera Mîhir a Îranê îro demjimêr 05:36ê pêkhatiye li nahyeya Mûrmûr a ser bi bajarê Abdanan a ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê pêkhatiye.

Li gor heman çavkaniyê ew erdhej di kûrayiya 8 kîlometreya di bin erd de pêkhatiye.

Heta naha derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de ti zanyariyek nehatiye belav kirin.

Mûrmûr nahyeyekî ser bi bajarê Abdanan a parêzgeha Îlamê ye.

Basnews
Top