• Friday, 29 November 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê îro qedexeya çûnûhatina giştî dest pê dike

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê îro qedexeya çûnûhatina giştî dest pê dike
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, qedexeya çûnûhatina giştî ji îro ve dest pê dike û dê 10 rojan berdewam bike.

Hevserokatiya Giştî ya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser pêr di daxuyaniyekê de ragihandibû, ji ber metirsiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiya giştî, qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji roja sibeha roja Sêşemê 13ê Nîsanê û heta roja 22ê Nîsanê tê ragihandin.

Li gor biryarên qedexeyê:

- Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo haletên mirovî dê vekirî bin.

- Di dema qedexeyê de, dukanên xwarin û sewzeyan dê ji demjimêr 8ê sibê û heta 5ê êvarê vekirî bin.

- Rê ji bo cotkar û karkeran tê dayîn bi girtina rêkarên tendirustiyê biçin karên xwe.

- Nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firne û benzînxane, derveyî biryara qedexeyê ne.

- Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di heyama qedexeyê de tên girtin, ji bilî saziyên taybet ên pêwîstî bi karê wan heye, dê di karê xwe de berdewam bin.

- Divê hemû welatî pabendî bikaranîna maskan û rêkarên tenduristiyê bibin.

K24
Top