• Friday, 29 November 2024
logo

Şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê: Peyvendî di navbera Amerîka û DAIŞê de heye

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê: Peyvendî di navbera Amerîka û DAIŞê de heye
Şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê dibêje peyvendî di navbera Amerîka û rêxistina terorîst a DAIŞê de heye.

Îro 12.04.2021ê şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê Qasim Erecî bi fermî serdana Tehran a paytexta Îranê kir.

Civînekî de Qasim Erecî li gel emîndarê encûmena bilind a asayîşa netewî ya Îranê Elî Şemxanî ragehand: ‘’Hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê sedemê herî serekî yê teror û neseqamgiriya Iraqê ye.’’

Elî Şemxanî jî kuştina Ebu Mehdî Muhendîs û Qasim Silêmanî wek nîşaneya hebûna piştevaniya Amerîkayê ya ji bo terorê pênase kir û ragehand: ‘’Dadgeh kirin û ceza kirina kesên kiryarê plana kuştina Muhendîs û Silêmanî karê wan ê herî serekî yê hemahengiya ewlehiya Tehran û Bexda ye.’’

Emîndarê encûmena bilind a asayîşa netewî yê Îranê nîgeraniyên welatê xwe yên derbarê zêdebûna çalakiyên terorîstên DAIŞê li Iraqê nîşan da û ragehand: ‘’Îran xwedî zanyariyên teqeze ku Amerîka piştevaniya DAIŞê dike.’’

Li gor nûçeya ajansa İRNA ya Îranê jî Qasim Erecî di civînekî de hebûna peyvendiyên navbera Amerîka û DAIŞê de piştrast kiriye û ragehandiye: ‘’Dabeş kirina grubên terorîst wekî baş û xirab û danûstandin li gor du pîvanan li gel wan nîşaneya piştevaniya terorê ye.

Basnews
Top