Nêçîrvan Barzanî li gel Selîm Cibûrî civiya
Ev sê roje li Bexdayê ye.
Di sêyemîn roja serdana xwe ya bo Bexdayê de îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê kombûna medenî ya bo reformên kar Selîm Cibûrî civiya.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Selîm Cibûrî behsa rewşa siyasî ya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên heyî kir.
Her di heman civînê de her du alî behsa hilbijartinên pêşwext yên Îraqê jî kirin.
Weke tê zanîn ev sê roje Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û li gel rayedarên Îraqê û berpirsên part û aliyên siyasî yên Îraqê civiyaye.