HPGê derbarê şerên li Metîna û Gabarê daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, ragihand ku gerîlayên wan roja 28ê Adarê yekîneyeke artêşa Tirkiyê kirine armanc.
Li gor daxuyaniya HGPê di encama wê “çalakî” ya hêzên wan de yek jê fermandar 3 serbazên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
HGPê di daxuyaniyeke din de jî zanyarî derbarê şerekî li Çelêya Colemêrgê dane û aşkere kiriye, hêzên wan ên “Parastina Hewayî” bi “wesayîtên hewayî” li qereqola Girê ya li wê herêmê dane û hatiye gotin, “li hedefan hat xistin.”
HPGê di daxuyaniyekê de nasnameya 5 gerîlayan jî aşkere kir ku di êrişeke artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane dane.
Li gor daxuyaniya HPGê firokeyên artêşa Tirkiyê roja 13ê Adara derbasbûyî, herêma Metîna ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ragihand ku di wê êrişa firokeyên Tirkiyê de 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya HPGê nasnameya gerîlayan bi vî rengî ye;
Çimşîde Ziba a bi nasnavê Avînar Dilgeş xelka Salmasa Rojhilatê Kurdistanê, Şiyar Aladdîn Îsmaîl ê bi nasnavê Dilsoz Cesûr û Îbrahîm Bekîr ê bi nasnavê Bahoz Erdal Kobanê xelkê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, Mahmût Cûma ê bi nasnavê Baran Kobanê ku bi eslê xwe Ereb e, xelkê Helebê û Feryat Okay ê bi nasnavê Firat Xerzan jî xelkê Êliha Bakurê Kurdistanê bûye.
HPGê derbarê wan gerîlayan de ragihand, “Hevrêyên me Avînar, Bahoz, Baran, Dilsoz û Firat li herêma Metînayê pêşengî ji gelek çalakiyan re kirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin bêteredût bi lehengî li dijî dijmin li ber xwe dan û şehîd bûn.”
Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê wê êrişa asmanî ya hêzên wan de li Metînayê, berî niha ragihandibû ku 11 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Rudaw