• Friday, 29 November 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Amerîkayê civiya

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Amerîkayê civiya
Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
Behsa diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de kirin.

Îro duşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatekirin.

Her di heman civînê de Matthew Tueller behsa diyaloga steratejîkî ya di navbera Amerîka û Îraqê de kir û ragihand ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê.

Balyozê Amerîkayê herwiha stayîşa reformên herêma Kurdistanê bi taybetî reformên di nava wezareta pêşmerge de kir.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya hewlên balyozê Amerîkayê yên bo pejrandina proje bûdceya fedralî kir û balkêşande ser pêbend bûna hikûmeta herêma Kurdistanê bo cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceyê û daxwaz ji hikûmeta fedralî jî kir ku, erkên xwe yên li hember herêma Kurdistanê cîhbicîh bike.

Top