Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama meha Remezanê
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistanê û Iraq û cîhanê dikim. Xwedayê mezin û dilovan, nimêj û rojî û duayên me qebûl bike û hatina meha Remezanê bibe havêna xêr û xweşî û aramiya zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê.
Ez vê boneya pîroz weke derfet dibînim ku careke din ji Kurdistaniyan daxwaz bikim ku bi rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê pabend bibin, ku rêya herî baş a xweparastina ji vîrusa Koronayê ye.
Ez spasiya melayên Kurdistanê dikim ku di hişyarîkirina civakê û cîbicîkirina rêkarên xweparêziyê de, alîkar in û rola wan a girîng heye.
Xwedayê mezin Kurdistanê ji hemû êş û janan biparêze.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
K24