Ahmedînejad: Dê desthilata Komara Îslamî ya Îranê hilweşe
Ebdulreza Dawerî yê ku şêwirmendiya Serokkomarê Îranê yê berê Mehmûd Ahmedînejad dikir ji çapemeniya Îranê re axivî û rexne li Ahmedînejad kir.
Ebdulreza Dawerî got “Ahmadinejad xwe wekî cîgirê taybet yê nûnerê Xwedê, Îmam Mehdî yê li ser rûyê erdê dibîne.” Daweî îdîa kir ku Serokkomarê berê li gorî xwe projeyeke xwe heye û pêşeroja Îranê jî dişibîne wek ya Yekîtiya Sovyetan.
Ebdulreza Dawerî dibêje “Ahmedînejad di civînên xwe yên taybet de behsdike ku eger sê bûyer pêk bên dê Îran hilweşe. Yek ji mijarên ku behs dike jî rewşa tendirustiya Elî Hemenay rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê ye. Ji ber ku eger rêberê olî bimire, dê desthilata Komara Îslamî ya Îranê wê bixwe hilweşe. Vê ramanê diparêze û tîne ziman.”
Herwiha Dawerî diyar kir ku “Li gorî Ehmedînejad, eger Amerîka jî bi rengekî leşkerî destwerdana Îranê bike û binesaziya wê bike armanc, ev dê bibe destpêka hilweşîna Komara Îslamî.”
Ahmedînejad di navbera 2005-2013and serokkomariya Îran kir û piştre jî ji aliyê Hemaney ve jî di Civata Lihevanîna Dewletê de hat wezîfedarkirin.
Ebdulraza Dawerî di dema serokkomariya Ahmedînejat de cigirê serokatiya ajansa fermî ya Îranê dikir.
Rudaw