• Friday, 29 November 2024
logo

YE geşbîn e li hemberî Coronayê bergiriya giştî çê bibe

YE geşbîn e li hemberî Coronayê bergiriya giştî çê bibe
Yekîtiya Ewropayê dibêje, ew geşbîn e ku heya dawiya meha hezîrana îsal bergîriya giştî li dijî pandemiya corona di nava xelkê de çêbibe. Ev yek di demekê de ye li çend welatên Yekîtiya Ewropayê pirsgirêka peydakirin û dabeşkirina vaksîna corona derketiye.

Komisyona Yekîtiya Ewropayê berî niha amaje bi wê yekê kiribû ku aramnca wan ew e ku heya dawiya demsala havînê, herî kêm %70 ya nişteciyên Yekîtiya Ewropayê bêne vaksînkirin.

Yekîtiya Ewropa dibêje, eger heye ew bigihin wê armanca xwe ya vaksînkirina %70 ya nişteciyên yekîtiyê heya meha Hezîranê, ji ber ku ji niha ve nêzîkî 107 milyon vaksîn hatine dabeşkirin û biryar e heya sê mehên din, 360 milyon dosên din ên vaksînê bêne dabeşkirin.

Berdevkê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Stîvan Kêrsmeyker dibêje, bi dabeşkirina wê rêjeya 360 milyon dosên din, ew dê bikevin rewşekê ku bergîriya bi giştî ji bo rûbirûbûna corona pêwîst e û tekez jî kir, bidestxistina wê armancê, girêdayî derengneketina wergirtina vaksîn û dabeşkirina wê ye ji aliyê 27 welatên endamên yekîtiyê ye.

Rudaw
Top