• Saturday, 30 November 2024
logo

Cîhadiyên Tirkiyê 14 welatiyên kurd revandin

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Cîhadiyên Tirkiyê 14 welatiyên kurd revandin
bi azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.


Cîhadiyên Tirkiyê li Efrînê welatiyên Kurd ên Efrînê bi armanca standina fidyeyê direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, gruba çekdar a bi navê El-Hemzat bi mebesta standina fidyeyê ji xelkê Efrînê, roja 15ê Adarê 6 welatî ji gundê Coqê yê ser bi Efrînê ve revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mistefa Kemal Seîd, Kemal Wehab Seîd, Îsmaîl Ilêwî, Mihemed Qasim, Ciwan Osman Qere, Basil Hesen Mûsa.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, gruba çekdar El-Hemzat roja 15ê Adarê bi ser gundê Mûskê li navçeya Raco de jî girt û 8 kes jê revandin. Piştî ku çekdaran fidye ji wan standin, ew berdan.

Navên kesên ji gundê Mûskê hatibûn revandin: Ferîd Hesen Dahod, Mistefa Qadir Mistefa, Xelîl Qadir Mistefa, Rêzan Bilal, Hebeş Bekir Maco, Ebdo Mihemed Sîno, Mihemed Mehmûd.

Sê sal di ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdaran re derbas dibin. Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan, di heyama van sê salan de, zêdetir ji 7 hezar welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin ji wan ne diyar Basnewsê
Top