• Saturday, 30 November 2024
logo

Tirkiye: Em hevxemê êşa Helebceyê ne

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Tirkiye: Em hevxemê êşa Helebceyê ne
Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de got: “Tirkiye îro jî hevxemê komkujiya Helebceyê ye.”

Îro 33 sal li ser kîmyabarankirina parêzgeha Helebce re derbas dibin ku di encamê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bi boneya 33mîn Salvegera Komkujiya Helebcê peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew jana ku komkujiyê bi pey xwe anî, heta îro bi kûrahî hest pê tê kirin.

Konsolxanyê di peyama xwe de ya ku bi taga "#Helebce" belav kir de behsa jana paşmayiya komkujiya navborî kir.

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê di peyama xwe dibêje: “Li Helebceyê di 16ê Adara 1988an de qetilkirina bi hezaran sivîlan bi kîmyabaranê ji aliyê rejîma Baesê ve, dê di dîrokê de her tim wek rûreşiyeke were bîranîn.”

Konsulxaneyê herwiha li ser navê Tirkiyê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên kîmyabaran Helebceyê pêşkeş kir û got: “Tirkiye ku deriyê xwe ji xwîşk û birayên xwe yên Kurd ên ji ber wê êrişa hovane reviyanbûn vekir, îro jî em hevxemê vê êşa mezin e. Em qurbaniyên komkujiya Helebceyê bibîr tînin û ji Xwedeyê mezin bo wan dilovaniyê dixwazin.”

Îro 33 sal di ser karesata kîmyabarankirina Helebceyê re derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna 5 hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan. Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê de her berdewam e.

rudaw
Top