• Saturday, 30 November 2024
logo

Mezlûm Kobanî: Serhildana 12 Adarê li dijî mejiyê Beisiyan bû

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Mezlûm Kobanî: Serhildana 12 Adarê li dijî mejiyê Beisiyan bû
Fermandarê Hêzên Sûriya Demikratîk (HSD ) General Mezlûn Kobanî ragihand, ku serhildana 12 Adarê, li dijî mêjiyê sitemkar û Beisiyan bû û xwîna şehîdên wê, ji gelê Bakurê Sûriyê re destpêka rêya Azadiyê bû.

Fermandarê Giştî yê HSD di twîttekê de nivîsandiye, ku qurbanî û şehîdên serhildana 12ê Adarê, îro di Rêveberiya Xweser ya demokratîk de tê dîtin, ku hemû xelkê Bakurê Sûriyê li xwe digre û diparêze û wan ber bi rêya azadî û rûmetê ve dibe.

Herwiha ENKS jî di derbarê 12 Adarê de daxuyaniyek da û eşkere dike, ku serhildana gelê Kurd di 12ê Adara 2004an de karvedaneke asayî bû dijî hemû proje û siyasetên şovînî yên hemû hikûmetên Sûriyê ku dijî gelê Kurd cîbicî dikirin.

ENKS dibêje, daku serhildana 12ê Adarê zindî bimîne, wan 12ê Adarê kiriye Roja Şehîdê Kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Li aliyê din bi wê boneyê, Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, daxuyaniyek di derbarê serhildana 12 Adarê de li Rojavayê Kurdistanê belav kirin û tê de gotin, ku gelê Sûriyê û Kurd bi taybetî, gelek wane ji Serhildana 12 Adarê wergirtine.

Li gorî daxuyaniya PYNKê, hikûmeta Sûriyê wê demê dixwest fitneyekê di navbera Kurd û Ereban de li ser lîstikeke Fûtbolê di navbera tîma Cîhad ya bajarê Qamişlo, û tîma Fituwê ya bajarê Dêre Zorê de derbixe.

Li gorî daxuyaniyê, piştî ketina Sedam, hikûmeta Sûriyê hest kir, ku gef li ser wê heye, ji ber vê yekê, dest bi kiryarên serkutkirina gelê Kurd kir û gelê kurd piştrast kir, ku ew dikare di rûyê rejîma diktator de raweste, tevî kuştin, girtin û êşkenceyê.

PYNKê tekez dike, ku projeya demokratîk ya ku niha heye, yek ji sîma û aliyê wê serhildanê ye, berovajî wê, ya ku rejîm dibêje, ku kurd cudaxwazin, û daxwaz dikin ku hemû pêkhateyên navçeyê hevbigirin.

Di 12ê Adara 2004an de çibûbû?

Roja 12ê Adara 2004ê, biryar bû lîstika di navbera herdû tîmên Cîhad ya bajarê Qamişlo û tîma Fituwê ya bajarê Dêrezorê birêve biçe.

Ji bo amadebûna lîstikê, 1200 alîgirên tîma Fituwe ji Dêrezorê hatibûn Qamişlo û li ber çavên polîsan bi dar û kevir û çekên sivik, derbasî lîstikgehê bûn.

Di nava bajar de jî durişm û sloganên li dijî Kurd û simbolên Kurdan gotin û sloganên şanaziyê ji bo Sedam Husên digotin. Piştî ku Kurdan di nava lîstikgehê de bi sloganan bersiva wan da, alîgirên Fituwê bi çekên xwe yên sivik, ku derbasî lîstikgehê kiribûn, êrîşî handerên tîma Cîhad kirin, hêzên ewlekariyê rê li ber êrîşa wan negirtin û piştevaniya wan kirin.

Dema ku xelkê Qamişlo bihîstin êrîşî Kurdan hatiye kirin, berê xwe dane stadyumê, parêzgarê Hesekê jî fermana gulebaran û teqekirinê da û di encamê de yekser 13 Kurd şehîd bûn, 3 ji wan zarok bûn, di heman demê de xwendevanên zanîngeha Şamê li meydana zanîngehê kom bibûn.

Roja 13yê Adarê:

Hikûmeta Sûriyê hêzeke zêde ya artêşê û Pasewaniya Komarî veguhestibû Qamişlo.

Dema ku derdora 400 Hezar Kurd li pêşiya mizgefta Qasimlo ji bo merasîma veşartina cenazeyên şehîdan kom bibûn û durişmên:

Bijî Azadî, Bijî Kurdistan, Azadkirina Zindaniyên Siyasî digotin, û wêneyên Mela Mistefa Barzanî, yên Şehîdan, Al û nexşeyeke Kurdistanê bilind kirin, hêzên hikûmetê dîsa teqe li Kurdan kirin.

Di encamê de 4 Kurd şehîd bibûn û 20 kesên din jî birîndar bibûn, di pişt re serhildana Kurdan berfireh bibû, hejmareke zêde ya Kurdan birîndar bibûn, nexweşxane tije birîndar bibûn.

Malên Kurdan li Hesekê û Serê Kaniyê hatin talankirin, 700 dikan û 300 mal hatin talankirin.

Erebên Hesekê cilên keçên Kurdan bi otombîlên xwe ve daleqandin û serhildan gihişte Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrika Hemko, peykerê Hafiz Esed li Amûdê hate xistin, Kurdan Alên Beis anîne xwarê û Ala Kurdistanê bilind kirin.

Di rojan de derdora 300 Hezar kes li Efrînê jî beşdarî merasîma veşartina 2 şehîdan bûn, li derve jî revenda Kurdî li pêşiya balyozxaneyên Sûriyê kom dibûn û dest danîne ser balyozxaneya Sûriyê li Brukselê.

Roja 14ê Adarê:

Roja 14ê adarê Nexwexaneya Qamişlo ji aliyê hikûmetê ve hate girtin û xwîn ji bo Kurdan nedihat dayîn, û firneyên hikûmî li Qamişlo hatin girtin,

Li Kobanî jî roja 14ê Adarê serhildanê dest pêkiribû, û xelkê Kobanî hin navendên hêzên ewlekarî, mala Rêvebirê Herêmê û Navenda Partiya Beis şewitandin. Xelk li ber dîwarên hewşa Hêzên Ewlehiya Dewletê Emin Dewlê kom bûn û bi hev re gotin, Yek Du û ha Sisê, Kobanî ji hukmatê natirse û pê re dîwarên hewşa wê şaxa ewlehî hilweşandin û di pişt re û av û elektirîk hate qutkirin.

Roja 15ê Adarê:

Xwepêşandana Xwendevanên Kurd li Şamê birêve çû, Kurd li herdû taxên Kurdan, Zorava û Ruknedîn li Şamê derketin xwepêşandanan.

Roja 16ê Adarê:

Hêzên Sûriyê vegeriyan bajarê Amûdê, medya Sûriyê û berpirsên Sûriyê ne amade bûn, li Serhildanê mikûr werin, bi alozî û tevlîheviyeke werzişî bi nav dikirin. Eşîreke Ereban li Serê Kaniyê êrîşî Kurdan kir, Kurdan bersiva wan da û di encamê de 3 kes ji wê eşîra Ereb hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Endamên wê eşîrê, Kurdekî birîndar li nexweşxaneyê kuştin. Li Hesekê jî bi kêrê êrîşî Kurdan kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku her sal merasîm ji bo bîranîna kimyabarana Helebçe dihatin kirin, hêzên hikûmetê teqe li merasîman kirin.

Bi giştî Encam û Ziyanên Serhildanê:

- Ji ber serhildanê, gelek aliyên navdewletî hatin ser xetê û dengê Kurdan gihişte cîhanê.

- 40 Kurd di serhildanê de şehîd bûn.

- Bi sedan Kurd birîndar bûn.

- Zêdetir ji 1000 mal û dukanên Kurdan hatin talankirin.

- Bi hezaran Kurd hatin girtin.

- 11 xwendevan bi temamî ji zanîngehan hatin derkirin, wan xwendevanan xwendina xwe li Başûrê Kurdistanê berdewam kirin.

- 48 xwendevan bi awayekî demkî jî ji zanîngehan hatin derkirin.

Rudaw
Top