Bi piştevaniya parêzgerê sepandî yê Kerkûkê milîsên Heşdî Şeibî xaniyan kurdan dagir dikin
Berî wê xanî bi awayekî bi Peyman û bi parê salane yê sembolik ve ji kes û malbatên kêmderamet re hatibûn dayîn. Lê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê naha peymaneke din bo wan erebên hawirde û çekdarên Heşdî Şeibî çêdike bo ku xaniyan ji kurdan vergire.
Vê derbarê de rêveberê binkeyê polîsê Domîz a Kerkêkê Yusif Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî çend şevên borî çekdarekî Esayîb Ehlî El Heq ên ser bi Heşdî Şeibî bi navê Ebu Baqir çû wê wargeha niştecîhbûna Kobanê City ya bajarê Kerkûkê û gelek malbatên kurd ji malên wan derxistibû û xanî jî dagir kiribûn. Herçend biryar bû ew kese bê girtin, lê heta naha nehatiye girtin û xanî jî dagir kiriye.’’
Herwaha got: ‘’Kobanê City di dema parêzgerê wefat kirî yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm de hatine çêkirin û ji kêmderametan re hatibûn dayîn, yan jî ew kesên ku xaniyên wan tine ji wan re hatibûn dayîn. Hemû malên wê wargehê bi fermî ji kurdan re hatibûn dayîn, derveyî çar xaniyan nebe ku ji ereban re hatibûn dayîn, lê naha parêzgerê bi wekalet Rakan Ciburî nivîsê bo ereban dike ku ew xaniyên berê ji kurdan re hatine dayîn, ji ereban re bên dayîn. Her ew Ebu Baqir derveyî xaniyê hemwelatiyekî kurd dagir kiriye, bi nivîsa Rakan Ciburî ve li heman wargehê xaniyeke din jî ji wî re hatiye dayîn.’’
Navborî got: ‘’Beşeke berçav ji wan xaniyan naha vala ne û xwediyên wan koçber bûne û êdî diyar nîne xelkê din jî çav berdaye wan xaniyan an ne.’’
Basnews