• Saturday, 30 November 2024
logo

Parlementereka kurd: Yên ku dijberiya pişka Kurdistanê dikin, tenê bo hilbijartinan wisa dikin

Gulan Media February 8, 2021 Nûçe
Parlementereka kurd: Yên ku dijberiya pişka Kurdistanê dikin, tenê bo hilbijartinan wisa dikin
Parlementereka kurd li parlementoya Iraqê dibêje, ew parlementerên Iraqî yên ku dijberiya pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê de dikin, hemû bo hilbijartinan wisa dikin.

Parlementera kurd û endama firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Meyade Necar ji BasNewsê re got, xebatên komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê li ser bûdceya giştî ya Iraqê ber bi xilasbûnê ve diçin.

Meyade Necar her wiha got, lê hîn li pişka Herêma Kurdistanê axaftina dûmahîkê nehatiye kirin. Lê em geşbîn in ku dê piroje qanûna bûdceya Iraqê dê di berjewendiya Kurdistanê de were pesendkirin. Çimkî helwesta komîsyona darayî li ser pişka Kurdistanê pozîtîf e. Ji ber wê jî tevahiya wan parlementerên Iraqî yên ku dijîtiya pişka Kurdistanê dikin, tenê bo hilbijartinan wisa dikin.

Basnews
Top