Parlementereka kurd: Yên ku dijberiya pişka Kurdistanê dikin, tenê bo hilbijartinan wisa dikin
Parlementera kurd û endama firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Meyade Necar ji BasNewsê re got, xebatên komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê li ser bûdceya giştî ya Iraqê ber bi xilasbûnê ve diçin.
Meyade Necar her wiha got, lê hîn li pişka Herêma Kurdistanê axaftina dûmahîkê nehatiye kirin. Lê em geşbîn in ku dê piroje qanûna bûdceya Iraqê dê di berjewendiya Kurdistanê de were pesendkirin. Çimkî helwesta komîsyona darayî li ser pişka Kurdistanê pozîtîf e. Ji ber wê jî tevahiya wan parlementerên Iraqî yên ku dijîtiya pişka Kurdistanê dikin, tenê bo hilbijartinan wisa dikin.
Basnews