Serok Barzanî li gel Dr Azad Necar civiya
Serok dibêje dahênanên Necar cîhê şanaziyê ne.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nûjdarê dahêner yên Kurd Dr, Aazd Necar kir.
Di civînê de Serok Barzanî pîrozbayî û spasiya Dr Azad Necar kir ku kariye di warê nûjdarî de dahênaneke nû bike û dilek ( qelibeke bidest çêkirî) çê bike.
Serok Barzanî diyar kir ku ev dahênana han cîhê şanazî û handanê ye bo tevahiya Nûjdarên Kurdistanê û gelê Kurdistanê.
Serok Barzanî hevdem ku piştîvaniya xwe bo Dr Necar diyar kir, hêviya berdewamî û serkeftinê jî jê re xwest.