Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Şehîdê Ala Kurdistanê mamoste Îbrahîm Sebah
Duh li bajarokê Şeqlawe yê Herêma Kurdistanê, mamostayek bi navê Îbrahîm Sebah Nasir, dema Ala Kurdistanê bi stûnê ve dikir, elektirîkê ew girt û jiyana xwe ji dest da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata mamoste Îbrahîm Sebah kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi keserek mezin, min nûçeya şehîdbûna mamoste Îbrahîm Sebah bihîst ku di yekemîn roja destpêkirina xwendinê de û di dema bilindkirina ala pîroz a Kurdistanê de li dibistana seretayî ya Sorkê li Şeqlawe canê xwe ji dest da.
Ez hevxemiya xwe arasteyî malbata şehîdê Ala yê mamoste Îbrahîm Sebah, xizmên wî û mamosteyên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dibînim.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemûyan.