Qubad Talabanî: Pişka herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de tenê sedî 5 e û bo Kurdistanê jî nehatiye şandin
Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ji Navenda Nûçeyên Niştimanî ya Iraqê re ragehand, hêzên siyasî berdewam kurdan tometbar dikin, ji ber me dest daniye ser nefta Besrayê, lê di rastiyê de em ji wê berpirs nînin, li gor belge pişka herêma Kurdistanê li temamê budceya dewleta Iraqê de tenê sedî 5 e. lê ji sala 2014ê ve heta sala 2018ê ti pare nehatiye şandin û me ti pare ji hikûmeta îtîhadî ya Iraqê newergirtiye. Eger ew pare di projeyên hilberînê yên li parêzgeha Besra yan jî Zîqarê hatiba xerc kirin, emê keyfxweş ban, lê ew pare winda ye û nayê zanîn çi lê hatiye û bo kûderê çûye.’’
Herwaha diyar kir, ji meha Tebaxa 2020ê ve rêkeftinek di navbera herdu hikûmeta Bexda û Hewlêrê hatiye kiri, hikûmeta îtîhadî ji me re gotiye ku dahata neft û naneftî ya herêma Kurdistanê bo herêmê û 320 milyar dînar her meh dê ji we re bê şandin, li hember wê jî tîmeke teknîkî dê bo çavdêriya deriyên sînorê yên herêma Kurdistanê bên şandin, lê ew rêkeftin berdewam nekir û tenê du meh pare hat şandin, piştre hatin rawestandin, gelo ew pare bo kuderê hat xerc kirin? Gelo bo Bexda, yan Besre û Selahedîn hatiye xerc kirin nayê zanîn.
Herwaha got eger pirsgirêka Besra bi wê çareser dibe ku mafên herêma Kurdistanê ji wê deverê re bê dayîn me dê li hev kiriba li ser wê yekê.
Qubad Talabanî diyar kir, herêma Kurdistanê amade ye hemû pêbendiyên li gel hikûmeta îtîhadî bicîh bike, çi derbarê 250 hezar bermîl neftên rojane be, yan dahata neneftî ya deriyên herêma Kurdistanê, li gor yasayên di çarçoveya destûr, lê li hember wê divê mafên herêma Kurdistanê jî bên dabîn kirin.
Derbarê sedemê rêkeftinên radest kirina dosyaya neftê ji şîrketa bazarî ya nefta Iraqê Somo re jî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir, dahata serekî ya herêma Kurdistanê neft e, bi rûya wê dahatê ve xercên cuda yên herêma Kurdistanê tên dabîn kirin, eger ew take çavkaniya me jî neba, wê demê ti garantiyekî me nabe ku em xercên xwe dabîn bikin û em nikarin wan deynan bidin ku ketine ser milê herêma Kurdistanê û ragehand: ‘’Wezareta darayî ya Iraqê hejmarekî tomarkirî ya fermanberên herêma Kurdistanê li gel heye, ku digehe 683 hezar fermanber hene, lê zêdetir ji 751 hezar fermanber li herêma Kurdistanê hene, eger dosyaya neftê bi temamî ji Somo re bê dayîn, emê çawa mûçeyê wan fermanberan bidin ku navên wan li wezareta darayî ya Iraqê de tine? Ji ber cudayî heye di navbera hejmara fermanberên tomarkirî yên li wezareta darayî ya Iraqê û herêma Kurdistanê de, ku cudayî jî nêzîkî 70 hezar fermanber e. ‘’
Herwaha hêvî xwest ku peyvendiyek nû derbarû neft û darayî li navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de çêbibe û got, baweriya me jî heye ku em gav bi gav wê yekê bikin, ku heta em digehine damezrandina şîrketekî nû ya Somo ku endamên kurd jî li encûmena wê de bi bandor bin. Lê em hîn di destpêkê de ne û ew yek pêwîstiya wê bi kar kirina zêdetir heye bo zêdekirina baweriyê di navbera herdu aliyan de.
Talabanî di hevpeyvîna xwe de neveşart ku ew daxwaza wezîrê nefta Iraqê ya derbarê girêdana hemû dosyayên nefta herêma Kurdistanê bi yek îdareya ser bi hikûmeta Iraqê re ‘’Daxwazekî ne destûrî ye.’’
Cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê teqez kir, ku daxwaza wan ew e hemû pirsgirêkên hatine cemidandin li gel Bexdayê bilez bê çareser kirin, ku bikevin rewşa bicîhanînê û ‘’Herî kêm em hewl bidin pêngav bi pêngav pêşve biçin.’’herwaha daxwaz kir ji hemû aliyekî di dema hewayê helbijartinê de, hest û soz û dirûşman dûr bikevin û li dû çareseriyekî mantiqî de vê qonaxê derbas bikin.
Basnews