Kamîl Jîr: Radest kirina Silêmaniyê ji Bexdayê re fikrekî xirabe û ziyan dide bajar û dijî gelê kurd e
Îro 06.02.2021ê nivîskar û siyastemedar û endamê desteya damezrîner ê Partiya Komeleya Azadiya Jîyanewey Yekitiya Kurd (KAJİK) Kamîl Jîr ji BasNewsê re ragehand, radest kirina parêzgeha Silêmaniyê ji Bexdayê re, tevger û fikrekî gelek xirabe û dijî gelê Kurd e. ‘’Kurd pêwîstiya wan bi yekrêziyê heye û çavê me li wê yekê ye çar parçeyên Kurdistanê hev bigre. Em rabin vî parçeyê Kurdistanê jî parçe bikin û parçeyek biçe gel Bexdayê, ev jî karekî gelek metirsîdar e.’’
Ew siyasetmedare dibêje hin kêmasî hene ku wisa kirine behsa vî karê metirsîdar bê kirin û Silêmaniyê radestî Bexdayê bikin. Balkêşa ser wê yekê jî ku ewên ku wî karî dikin kesên xwandevanin û pêwîste bipirsin çima wî tewanî dikin?
Kamîl Jîr hişyariya wê yekê jî da, ku ewên ku naha bi xeyala xwe de xwedê girawî xizmeta wî bajarî dikin, di rastiyê de wê hewldanê ve dijî bajarê Silêmaniyê ne û li gel berjewendiyên gelê kurd hevnagrin.
Herwaha teqez kir, radest kirina Silêmaniyê ji Bexdayê re, bo me hemûyan roniye ku ziyanên wê heye û ne destkevt e. ‘’Ewên dixwazin Silêmaniyê radestî Bexda bikin wek çawa Kerkûk radestî Heşdî Şeibî hat kirin, dê wisa jî bo Silêmaniyê poşman bibin.’’
Kamîl Jîr dibêje eger Silêmanî di bin desthilatiya Bexda de be, ew bajar wek dema Beis dê lê bê. Bi cureyekî ku dibe ji dema Beis jî xiraptir be. Ji ber ‘’Eger ew desthilata wî bajarî bigrin dest xwe, hêdî hêdî dest bi xirabiyan dê bikin û dibe destpêkê bo berevajî kirinê hin karên baş bikin, lê piştre xirabkarî dê destpê bikin û serdema Beis bo bajarê Silêmaniyê dê vegerînin.
Basnews