Ji ber bikaranîna derziyên xelet çavên 11 kesan hat derxistin
Beriya niha li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê 30 nexweş ji ber bikaranîna derziyên ji curê “Avastin” ji bo nexweşiya wan, tûşî korbûnê bibûn, lewma hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek ji wan ji bo dermankirinê şandin derve.
Derheqê rewşa dawî ya nexweşên han de nexweşê bi navê Yûsf Letîf ji Rûdawê re got: “Li yek ji nexweşxaneyên bajarê Haydbêrg ê Almanya çavên 7 nexweşan derxistin.”
Letîf da zanîn ku 3 nexweşên din jî li benda dixtoran e ka dê çavên wan bên derxistin yan na.
Li gorî agahiyên ku Yûsif Letîf dan, dixtoran ji wî re gotiye ku pêwîst nake çavên wî bên derxistin û dê bin çavdêriya pijîşkî de bimîne.
Beriya niha jî çavên 4 kes ji wan nexweşan hatibû derxistin.
Wî nexweşî diyar kir ku ji wan 7 nexweşên ku çavên wan hatine derxistin tenê yek jê her du çavên wî hatine derxistin yên din jî her yekê çavek wan hatiye derxistin.
Piştî ku derket holê ku ji ber bikaranîna derziyên xelet 30 nexweş tûşî korbûnê bûn, hikûmeta Herêma Kurdistanê derheqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û li gorî agahiyên wezareta tenduristiyê hinek kes ji ber vê yekê hatin girtin.
Rudaw