• Sunday, 24 November 2024
logo

Mamostayekî zanîngehê 25 caran destdirêjiya keça xwe dike

Mamostayekî zanîngehê 25 caran destdirêjiya keça xwe dike
Mamostayekî zanîngehê li bajarê Hewlêrê bi tawanê destdirêjiya li ser keça xwe, 25 caran cezayê darvekirinê jêre hatiye dayîn.

Li Hewlêrê mamostayekî zanîngehê 25 caran destdirêjiyê dike ser keça xwe. Ew mamosta ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin û li gor maddeya 393 ya yasaya cezayê Iraqê hatiye cezakirin.

Wî mamostayê zanîngehê li girtîgehê ji Rûdawê re got: “Dadgehê 25 caran cezayê darvekirinê li min biriye.” Heman mamostayî red kir ku ew kar kiribe û ecêbmayîna xwe li beramberî wî cezayî anî ziman û got: “Ez ecêb dibînim ku keça min di îfadeya xwe de gotibû, bavê min zêdetirî 100 caran ji paş de ew kar kiriye. Lê dadgehê 25 caran cezayê darvekirinê li min birî. Qaşo min 25 caran ew kar ligel keça xwe kiriye.”

Berdewama vê raportê di hêjmara 261 a Rûdaw Çapa Kurdistan û 199 a Rûdaw Çapa Ewrûpa de bixwînin...

Rudaw
Top