Sala borî li Herêma Kurdistanê 141 jinan xwe kuştin an şewitandin
Roja 30.04.2013 jinek bi navê R.C.E (20), ku li devera Rizgarî dimîne, bi rêya xwarina heban hewl da xwe bikuje. Lê niha rewşa wê ber bi başbûnê diçe û doz li ser ti kesî venekiriye.
Ji bilî kuştina jinan bi navê namûsê û pirgirêkên civakî, xwekuştina jinan kêşeya jinan a herî diyar e li Kurdistanê. Li gor amarên rêveberiya nehiştina şîdeta li dijî jinan li Kurdistanê, par 47 jin li Kurdistanê hatin kuştin, lê 141 jinan xwe kuştin yan xwe şewitandin.
Berdevkê rêveberiya polîsên Germiyan Hesen Mihemed ji Rûdawê re ragihand, R.C. ji ber kêşe di navbera wê û mêrê wê de hebûn, heb xwarine: “Yekser ew şandin nexweşxaneya giştî ya Kelar. Derket ku zêdeyî 100 heban xwariye, lewma mayîda wê hat şûştin.”
Ew jin niha li mala xwe ye. Lê hêj pêdiviya wê bi çavdêriya bijîjkan heye. R. doz li ser mêrê xwe venekiriye. Lê Hesen got: “Kêşeya wê jinê ya civakî hebû. Wê di îfadeya xwe de got, ji qehra mêrê xwe min xwest xwe bikujim, lê belê doz li dijî mêrê xwe venekir. Lewma mêrê wê nehat girtin.”
Her di eynî rojê de keçeke din heb xwarin. Navê wê P.Ê (18), polê 12ê bingehînî ye, li taxa Goran a bajarokê Kelar rûdine. Li gor gotina xizmên wê: “Çiku ew di çend dersan de bi ser neketiye, lewma hewl daye xwe bikuje.” Niha ew keç li Kelar e û rewşa wê baştir dibe.
Di heman rojê de jî, jinekê ku di heman demê de xwendekara polê 11ê bingehîn bû, agir berda laşê xwe. Ew jin navê wê Nemam.N bû û 18 salî ye, li taxa Kelara Kevin li bajarokê Kelar rûdine. Nemam di serşoka malê de petrol bi xwe da kir û xwe şewitand. Kêmtirî ji sedî 50ê laşê wê hatiye şewitandin. Li gor gotina efser Hesen, xizmên wê zû gihiştine ser û nehiştine bi rêjeyeke zêde bişewite: “Dibêjin di dersên xwe bi ser neketiye, lewma xwe şewitandiye. Niha ber bi başbûnê diçe.”
Bûyera dawî ya hewldana xwekuştina jinan li devera Germiyan, bi mirina jinekê bi dawî hat. Di roja 02.05.2013 de jinekê bi navê Herêz Ehmed (17), ku li devera Rizgarî dimîne, xwe bi werîs xeniqand. Herêz mêr kiribû û xwendina xwe jî didomand.
Efser Hesen got, Herêz xwe xeniqandiye, termê wê ji bo bijîjkê dad ê Kelarê hatiye şandin: “Hêj ne rohn e li ser çi xwe xeniqandiye. Lêkolîn didomin.”
Rudaw