• Sunday, 24 November 2024
logo

Jinek li bajarê Sinê hat kuştin

Jinek li bajarê Sinê hat kuştin
Ligor nûçeyek Ajansa Kurdpa, jineka Kurd li bajarê Sinê ya Rojhelata Kurdistan`ê li dema berdanê de ji aliyê mêrê xwe bi derba fîşekan hat kuştin.

Roja Şemiyê danê sibê rêkefta 27’ê Nîsan ya sala 2013’an jinek ya Kurd digel mêrê xwe yê bi navê “X”bi armanca ji yektir cûdabûnê, serdana mala Mela “E. K” dikin li taxa Feyzava ya bajarê Sinê û di encama çêbûna şer di navbera wan de, bi destê mêrê xwe hat kuştin.

“X”kesekî ser bi Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Êran`ê ye û çeka wî ya dewletê hebûye û di encama vê pirsgirêkê de 5 fîşekan li jina xwe dide û jina wî yekser canê xwe ji dest dide.

Xendan
Top