• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Sine parkek taybet ji bo jinan û zarokan tê çêkirin

Li Sine parkek taybet ji bo jinan û zarokan tê çêkirin
Li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê, parkek taybet ji bo jinan û zarokan tê çêkirin.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya şaredariya Sine, şaredarê Sine Mehdî Hisam Şerîetî diyar kir ku wan dest bi çêkirina parkek taybet ji bo jinan û zarokan kirine.

Şerîetî ku bixwe jî endazyar e, da zanîn parka han dê piştî 20-25 rojên din bidawî bibe.

Şaredarê Sine derheqê parkê ev agahî da: Park li nav daristana Tûs Azer a bajarê Sine tê çêkirin û rûbera wê 2 hektar e ku ji çîmen, navendên werzişî û kulturî û garaja otomobîlan pêk tê.

Endazyar Mehdî Hisam Şerîetî her wiha destnîşan kir ku li nav parkê de beşên taybet ji bo zarokan jî dê bên çêkirin wek pirtûkxane û lîstokên zarokan.

Şerîetî diyar kir ku eger bûdceya pêwîst bê terxankirin dê melewangehek sergirtî jî li nav parkê de bê çêkirin.

Bajarê Sine navenda eyaleta Kurdistanê ya Îranê ye. Li gorî amarên fermî 7 sal berê hejmara akinciyên Sine 311 hezar û 446 kes bû ku piraniya reha ya akinciyên bajêr kurd in.

Rudaw
Top