• Monday, 22 July 2024
logo

Di helbijartinên bajêrvaniyên Turkiya de Kurd astê 6% dişkêne, lê ber bi jûr ve!

Di helbijartinên bajêrvaniyên Turkiya de Kurd astê 6% dişkêne, lê ber bi jûr ve!
Li dem ez vê gotarê dinivsînim, propaginda helbijartinên civata bajêrvaniyan û şaredaran li Turkiya tê seknandin, zêdetir ji 52 milyon welatiyan mafê dengdanê hene û 26 part û aliyên siyasî li seranserî Turkiya bi Bakurê Kurdistanê ve jî hevbirkê dikin. Raste ev hilbijartine navçeyî ne û tu rengvedaneke siyasî wek helbijartinên giştî ji bo ((Civata Mezin ya Millî)) tuneye, lê bi xwe rapirsiyeke di astê yekê de ji bo partiya dad û geşeoêdanê AKPê ye ku partiya hikumdare û herwha ji bo serokwezîr Receb Teyib Erdugan bi xwe ye. Wate ew partiya ji xwe vamdike ku paş kêşe û aloziyên bi cemaeta (xidmet)a Fethula Gulen û pirsa gendeliya berpirsan û ew tomarên dengî yên ji vir û wir bidizî derdikevin û giriftên li pêş azadiya raderbirînê û tiştên dî, bi hevberkirin bi helbijartinên berî niha re, astê piştevaniya li wê partiyê digehe kuderê, gelo ka hildikşe û li dawiyê di helbijartinên giştî de wan dengan bi dest dixe ku pê bibe zûrîne û destûrê pê serast bike û rêkê ji bû helbijartina rastewxo ya Erdogan ji bo serokatiya komarê veke yan dadikeve û ew partiye tê neçarkirin ku li xwe û siyasetên xwe veger û li deriyê vî partî û wî partiyê xîne, anku di nav kevneparêzan bi xwe de bi Cemaetê ve jî .. bi texmîna min û ewqasî min serinc dabê, ew partiye ji ber pir egeran, astê dengên wê li seranserî Turkiyayê dadkeve û hinek bajêrvaniyan bi taybet li Bakurê Kuridstanê ji dest dide … lê hîn wê wek partiya yekem û li pêş bimîne … her çiqas herdu partiyên serekî yên opozisyonê, çi CHP û çi MHP ji ber ew kêşe û aloziyên rastî AKP bûne, wê qazancekê bikin. Renge beşek ji ew dengên AKP ji dest dide, ji bo wan du partiyên opozisyonê biçin, di wê derbarê de Erdogan ew bê minetiya caran li hember wan du partiyan namîne û wê neçar be bi manorê, yan nêzîkbûneke zêdetir ji kurdan ve ji bo ragirtina parsengê û siyasetkirin di paşerojê de.

Ew a zêdetir ku ez dixwezim li vir li ser baxifim, Bakurê Kurdistanê ye, li gor gotinan Kurd nêzîkî 20% a rûnişvanên Turkiyane, lê nênerên kurdan bi destxistin 6% derbaznekirine! Raste beşeke berçava ew rêjeya kurdan li mîtropolên Turkiya wek Istenbolê dimînin, lê em bixwazin û nexwazin siyaseta helandin û ji hev perçekirinê karê xwe kiriye û dengê kurdan ji bo partiyê din çûye, tevî wê jî ne veşartiye ku di nav kurdan de tevgereke millî ya bihêz û xort ji bo xwenaskirina neteweyî hatiye pêş û heta niha stêrka wê berev serve ye, ew tevgera bi lez ku ji ber meric û kawdanên agirbir û vekirin û derfet û mercên navçeyê de, bi taybetî di van du salên dawî de berçavtir û gelêrîtir ş berçavrontir bûye … wek nimûne hevberkirina newroza 2014ê û 2013ê li Diyarbekirê (Amed) û bajarên din nîşaneke ku vê dîtinê piştrast dike. Ji aliyekî din ve bi kirdar derketiye ku partiya aştî û demokrasiyê BDP wek parteke siyasî perlemantarî nûneratiya kolana kurdî dike li Turkiya û daxwaziyên wan yên neteweyî bercestedike û siyaseteke sivîl û kara didemeşandin û dixe nav hemû tex û çînên millet û bi taybet xortan û afretan.
Temaşekin serkirdên wê partiyê ji xelkê xwe re dibêjin: ((ev helbijartine refrandome ji bo xweseriyê)) yan di civat û kombûnên bi xelkê re ji wan re dibêjin: ((em daxwaza dengan ji xwe nakin)) yan ((gereke em bajêrvaniyên Amed, Ruha, Wan û Mardînê bibin)). Ew di demekê de ye ku wê partiyê kesên herî tirsnenas û bi nifoz û kartêker û milliyên xwe ji bo postan kandîdkirine ji Gulten Kaşnak û Leyla Zana ve bigre heta Osman Baydemîr (li Ruhayê). Xuyaye kêşe û aloziyên AKP li Turkiya ketiye qazanca BDP li navçeyên kurdan, wek tê zanîn li piraniya navçeyên kurdnişîn ne li hemûyan hevbirkêyek dijwar li ser rakêşana cemawer di navbera AKP û BDP de hebû û heta pir caran serkirdên AKP gotine BDP nûneratiya kurdan nake, bi wê wateyê ku beşek mezin ji kurdan bi wan re ye û dend danêye, lê partiyê Turkiya yên din wek CHP û MHP ji bilî hinek navçe, nifozeke wan di nav kurdên Turkiya de nemaye û bûne partiyên Turkan, heger stêrka AKP di navçeyên kurdî de bi taybet li ew bajêrvaniyên ku di dest AKP de bûn, ser ber jêr bibe, wê demê bê goman cihê wan bi kandîdên BDP tê tijikirin ne partên din. Raste li Dêrsim û Qaris û hinek navçeyên din, CHP yan MHP nifoz heye û di pêşiya BDP û AKP dene, lê BDPeyî di hewleke dijwar dene ji bo bidestxistina wan cihanajî bi taybet li Dêrsimê … ew ê cihê mixabiniyê ye, kemûkasî ji kîjan alî be û ji ber her sedemekê be, hên bereya Kurd ne hevgirtî û bihêze. Mebesta min ew e ku hemû partiyên kurd bi mezin û biçûkên xwe ve li ser yek pilatforma neteweyî û bi yek nexşe û pilan di van helbijartina de daneketine qadê, raste partiyên din yên Bakurê Kurdistanê, ji aliyê nifoz û pêgehê pir li paş BDP ne, lê karkirin di yek eqar de ji aliyê manewî ve stêrka kurdan berev jûr dibe … heqbû BDP wek parta herî mezin zêdetir bisazaya û baska girantir baya û xelkê serbixwe û xudan arasteyên siyasî yên cuda ji xwe ve nêzîk bikiraba wek çawa ji bo helbijartinên giştî (Perlemana Turkiyê) we kir û hembêza xwe ji bo çend kesên serbixwe wek (Leyla Zana û Altan Tan û Şerefedîn Alçî) û yên din vekir û biserketin û derketin … di heman dem de ne diyare, tektîka damezrandina partiyeke wek HDP ku li navçeyên turknişîn bi taybet li Istenbolê, kandîdên turk û kurd xwe bi hev re bi navê wê partiyê berbijarkirin, ne diyare ka wê çiqasî serkeftî be? Heger li çend cihan bibin û dengine berçav bistînin, wê demê dikarin karên zêdetir li ser wê arasteya demokrasiyê li nav Turkiyê bikin. Çûnkî em bixwazin yan nexwazin di ev çend salên dawî de, gorankarî bi ser raya giştî de di derheqê kurd û çareserkirina pirsa kurd de bi şêweyekî aştî û demokratan de hatiye û hizirkirin di (kontraktîka nû ya civakî û siyasî de) geştir bûye .. bi nêrîna min sedemeka dina bêdarbûna neteweya kurd li Turkiya, damezran û man û berevpêşveçûna xweseriya Herêma Kurdistanê (Kurdistana Başûr) e ku di ev salên dawî de têkeliyek abûrî û keltûrî û civakî û siyasî ya navbera herdu aliyên Başûr û Bakur de heye, berçavbûye û hartêkirineke pozetîv li ser arasteya neteweyî û piroseya aştiyê li Turkiya hebû. Herwiha damezrana kantonên Kurdistana Rojava bi hemû têbînî û kemûkasiyên xwe ve û ne roniya asoya serketina wan kantonan sedemeke dine ji bo kurdan li Turkiya ku di van helbijartinên navçeyî de li navçeyên ku piraniya xelkên wan kurd bi mebestê xweseriyê, bajêrvaniyan bibin, heger Kurd serkeftineke rêjeyî bidestbixin û bibine zûrîne li navçeyên kurdî yên serekî wê demê sax dibe him ji bo navxweya Turkiyê û him ji bo cîhana derve ku kurd bi xweseriyê re ye û hêdî hêdî ew hizra rêtêçûyî ji kurdan re tê vekirin ku ew cure xweseriya demokrasî ku serdestê wê xweseriya Herêma Kurdistana Başûr e him ji aliyekî ve pêş bikevin û him beşek ji awatên ji mêj yên kurda bînin cî û him ew tirsa li cem dewlet û neteweya serdest nehêlin yan kêmbikin ku Kurd ne cudaxwaz û metirsî ne bo ser ewlehiya neteweyî ya wan welatan … wate heger Kurd bê dewlet dirustkirin, bi mafên xwe wek netewe şabibin û di hemû biwarên jiyanê de wek netewe temambike(mebesta min kurdên berçên cuda bi hev re), sinûr ew wata û pîroziya berê nemîne û dewleta serbixwe bi xwe nabe mebest û armanc û di dûr mewda de xizmetê digîne aştî û ewlehiya navçeyê û piroseya Rojhilata Navîn …

Dawî, raste pirosea helbijartinan li Turkiya û radestkirina deshelatê, dîrokek heye, tevî vê jî ez dibînim metirsiya destkarîkirin û tezwîr û guvaş jî heye û nabe em çaverêya helbijartineke temama pakbin … di kêleka wê dejî, ka em bibînin em ê çi ji xurmanê rakin!

29/3/2014







Top