Li gor çend çavkaniyên nûçeyan , hunermenda Kurd ya ciwan Nazik Nêrweyî, li devera Dêrelok a ser bi qezaya Amêdî a bajarê Duhok`ê xwe avête Cemê Zê û dawî li jiyana xwe anî.
Li gor çavkaniyên wê deverê tevî ku gelek lêgerîn hatine encamdan lê heya niha termê wê ne hatiye dîtin û lêkolîn û lêgerîna derbarê bûyerê de berdewam in.