• Saturday, 23 November 2024
logo

Jinek parçeyek goştê keftar bi 1700 dolaran dikire

Jinek parçeyek goştê keftar bi 1700 dolaran dikire
Benaz, yek ji wan jinên dewlemndn ên Silêmaniyê ye, ku ji ber xerabiya hevserê wê pê re, bêyî dudilî dibêje: “giyanê min dike derkeve”, ew dibêje dema 11 salan e gîroya pirsgirêkên zêde di navbera xwe û hevserê xwe de ye û bi awayekî berdewam li ser riya şêx û niviştnivîsan e, da ku çarenivîseke baştir jê re bibînin.

Ji ber ku mêrê wê kesekî zengîn û bihêz e, pêşî ditirsiya ew çîrok êdî bibe şevpestek di jiyana wê de, lewma daxwaz kir navê wê yê rastî neyê kifşkirin: “Tenê salekê li gel hevserê xwe bi aştî û rehetî jiyam, êdî min hest dikir roj li dû rojê ew min navê û min paşguh dike.”

Benaza 40 salî, rûniştevana bajarê Silêmaniyê ye û diya sê zarokan e, gelek zêr bi şan û milê wê ve ne û cilên ciwan lê ne û wek jineke keşxe derdikeve, lê li gor çîroka wê, ji hundir ve bi tevahî hilweşiyaye “piştî salekê ji zewacê, êdî min hawara xwe gihand ber mele û niviştan.”

Qasî ku Benaz hest kiriye, mêrê wê geh pê re baş e û geh jî pir xerab e, lê bi giştî bi şer û pevçûnê jiyana xwe derbas dikin: “Lewma dev ji niviştan bernadim, çiku min hest kiriye, her carekê diçim ba melayekî û niviştekê çêdikim, heta pêleke kurt mêrê min hinekî baş dibe.”

Carekê Benaz çûye ba şêxekî Silêmaniyê bi navê (Ş.L) û jê re gotiye: “Da ku mêrê te li gel te baş bibe, divê tu parçeyekî ji endamê mêbûna keftar bikirî, ez jî çûme ba kesekî û bi 300 dolaran parçeyek goşt da min û got ew endamê mêbûnê yê keftar e, lê ji ber ku kêşeya me bi dawî nehat, çûm ba şêxekî din, gava min şanî da, got ew ne endama mêbûnê ya keftar e.”

Wî şêxî ji Benazê re gotiye, endamê mêbûnê yê keftar li ba wî heye: “Bi 1700 dolaran firote min, heta 20 rojan tevgera mêrê min guherî, lê dû re vegeriya wek berê.” Vêce Benaz dîsa diçe ba wî şêxê ku ew parçeyê goşt firotiyê: “Min got va ye parçeyê goşt û min tu fêde jê nedît, bi nîvê nirxê wê didim te, lê wernegirt û got hatiye firotin û wernagirim.”

Hê jî di vê cîhana tijî guherîn û xurt de, baweriya hinek kesan bi niviştên şêx û meleyan di odeyên tarî de heye, ku yek ji wan Benaz e. Her çiqasî Benaz dibêje: “Qet bi tena xwe neçûme ba şêxan û gelek jinên din jî hevrêyên min in, ku ew jî wekî min bextreş in bi min re tên.” Lê wek bi xwe jî lê mikur tê, nivişt jiyana wê naguherînin.

Efsaneya endama mêbûnê ya keftar, ku Benaz û yên ku niviştan bi kar tînin baweriyê pê dikin, dikare kêşeyên navbera jin û mêran kêmtir bike: “Ji bo heta hetayê û herdem bandorê li ser mêran dike, tenê ewqasî dixwaze salê carekê divê peymana xwe li ba şêxekî nû bike. Berî çend rojanm şêx L. bi 300 hezar dînarî niviştek ji min re çêkir.”

Rudaw
Top