• Saturday, 23 November 2024
logo

Li Silêmaniyê Gêncek Xwe Dikuje

Li Silêmaniyê Gêncek Xwe Dikuje
Li roja eynî li taxa Be Kireco yê bajarê Silêmaniyê gêncekî temen 31 salî bi demancê xwe kujt û heta niha sedema wê ne diyare.

Neqîb Serkewt Ehmed gotebêjê rêvebirya Polîsên Silêmaniyê bo ajansa Peyamnêr ragihand: îro berî nîvro binkeya Polîsên Bekreco aghedarî da, kû termê gêncekî li taxa wan jiyan ji destdayî heye, bi gihiştina hêzên polis û pêre gihiştina tîma belge û Tawanan bo cihê bûyerî yekser dest bi lêkolînên sertayî kirin, di encam de derket kû ew gênc bi fîşeka demancê berdaye serê xwe û xwe kujtiye.

Gotebêjê Polîsên Silêmanî, weha jî got kû: di lêkolînên destpêkê de, termê wî gêncî kû temenê wî 31 sale, hat kirin û piştre hat rêkirina nujdarê dadweriya Silêmaniyê, da kû lêkolîneke berfereh û hûr li ser bikin bo bizanibin çaweniya kujtinê û ji niha de jî ew demance û mobile wî gêncî di destê polîsan deye û li ser giştî bûyerê niha lêkolîn hatiye destpêkirin.

peyamner
Top