• Saturday, 23 November 2024
logo

Jin herî zêde li bajarên Tirkiyeyê li rastî tundiyê tên

Jin herî zêde li bajarên Tirkiyeyê li rastî tundiyê tên
Li gorî rapora komîsyona Tundiya li ser Jin û Endamên Malbatê ya girêdayî Komîsyona Lêkokîna Mafê Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê jin herî zêde li bajarên weke Bîlecîk, Xarpêt, Karaman, Qeyserî, Denizlî û Bartin li rastî tundiyê tên. Êlih di kuştinên toreyî yekemîn e û di heman demê de bajarê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê herî kêm jin lê rastî tundiyê tê ye jî. Bajarên ku herî kêm jin lê rastî tundiyê tên piştî Êlihê, Colemêrg, Şirnex, Wan, Mêrdîn û Tranbzon in.

Walitiyan, der barê serlêdanên li dijî tundiya li hemberî jinan û ên di nava malbatê de yên di salên 2008-2011 de ji bo navendên polîs û qereqolên cendirmeyan hatine kirin, ji komîsyona Tundiya li ser Jin û Endamên Malbatê ya girêdayî Komîsyona Lêkokîna Mafê Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê re şand.

Li gorî agahiyên di rapora komîsyonê de cih girtin, herî zêde tundiya di nava malbatê de li bajarê Tirkiye Bîlecîkê ye (ji hezarê 33). Piştî wê Xarpêt (ji hezarê 32), Isparta (ji hezarê 28), Karaman (ji hezarê 20), Qeyserî (ji hezarê 20), Denizli (ji hezarê 20), Bartin (ji hezarê 20) ne.

CIHÊN HERÎ KÊM TUNDÎ LÊ PÊK TÊ BAJARÊN KURDAN IN

Stenbol a ku şêniya wê 13 milyon û 624 hezar e û bajarê herî qelebalix ê Tirkiyeyê ye rêjeya 10 hezar û 207 di warê tundiyê de di rêza 65’emîn de ye, Enqere (4.938) 46. Îzmîr (5.907) jî di rêza 17 de ye. bajarê ku rêjeya tundiya malbatî lê kêm jî Êlih e.Li Êlihê di sala 2011 de ji hezarê 0.1 tundî pêk hatiye. Piştî Êlihê, bajarên ku herî kêm tundî lê heye Colemêrg (ji hezarê 2), Şirnex (ji hezarê 3), Wan (ji hezarê 3), Bedlîs (ji hezarê 3), Çewlik (ji hezarê 4), Mêrdîn (ji hezarê 5), Trabzon (ji hezarê 5).

Li gorî lêkolînê, rêjeya tundiyê ya bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê wiha ye:

Bilecik (ji hezarê 33), Xarpêt (ji hezarê 32), Isparta (ji hezarê 28), Karaman (ji hezarê 20), Qeyserî (ji hezarê 20), Denizli (ji hezarê 20), Bartın (ji hezarê 20), Yalova ( ji hezarê 19), Ardahan (ji hezarê 17), Bolu (ji hezarê 17), Manisa (ji hezarê 16), Amasya (ji hezarê 16), Tekirdag (ji hezarê 15), Antalya (ji hezarê 15), Burdur (ji hezarê 15), Meletî (ji hezarê 15), Îzmîr (ji hezarê 15), Edirne( ji hezarê 15), Karabuk (ji hezarê 14), Uşak (ji hezarê 13), Eskişehir (ji hezarê 14), Mugla (ji hezarê 13), Duzce (ji hezarê 13), Balıkesir (ji hezarê 13), Kutahya (ji hezarê 13), Afyonkarahisar (ji hezarê 13), Mêrsîn (ji hezarê 13), Erzîngan (ji hezarê 12), Dêrsim (ji hezarê 12), Nevşehir (ji hezarê 12), Samsun (ji hezarê 12), Aksaray (ji hezarê 12), Îdir (ji hezarê 12), Bursa (ji hezarê 12), Zonguldak (ji hezarê 12), Kırşehir (ji hezarê 12), Konya (ji hezarê 12), Çanakkale (ji hezarê 12), Rize (ji hezarê 11), Osmaniye (ji hezarê 11), Aydın (ji hezarê 11), Kırıkkale (ji hezarê 11), Sêrt (ji hezarê 11), Kastamonu (ji hezarê 11).

Sakarya (ji hezarê 10), Ankara (ji hezarê 10), Giresun (ji hezarê 10), Dîlok (ji hezarê 10), Çankırı (ji hezarê 10), Qers (ji hezarê 10), Edene (ji hezarê 10), Nigde (ji hezarê 9), Kilis (ji hezarê 9), Erzirom (ji hezarê 9), Hatay (ji hezarê 9), Kocaeli (ji hezarê 9), Gumuşhane (ji hezarê 9), Çorum (ji hezarê 9), Sinop (ji hezarê 8), Bayburt (ji hezarê 8), Artvin (ji hezarê 8), Amed (ji hezarê 8), Tokat (ji hezarê 7), Yozgat (ji hezarê 7), Stenbol( ji hezarê 7), Mereş (ji hezarê 7), Ordu (ji hezarê 6), Riha (ji hezarê 6), Semsûr (ji hezarê 6), Agirî (ji hezarê 6), Kırklareli (ji hezarê 6), Mûş (ji hezarê 5), Sêwaz (ji hezarê 5), Trabzon (ji hezarê 5), Mêrdîn (ji hezarê 5), Çewlik (ji hezarê 4), Bedlîs (ji hezarê 3), Wan (ji hezarê 3), Şirnex (ji hezarê 3), Colemêrg (ji hezarê 2), Êlih (ji hezarê 0,1).

ANF
Top