• Saturday, 11 January 2025
logo

Pirsa Kurdan dibe navenda danûstandinên welatan li Romayê

Gulan Media January 10, 2025 Nûçe
Pirsa Kurdan dibe navenda danûstandinên welatan li Romayê

Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Romayê bi Wezîrên Derve yên welatên Ewropa û Brîtanyayê re bicive, navenda danûstandinên wan jî li ser rewşa Sûriyeyê û çarekirina pirsa Kurdan li wî welatî ye.

Ajansa France Pressê ya nûçeyan parve kiriye, “Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Pêncşem, 09.01.2025) li Fransayê ber bi Romayê ve bi rê keftiye, û biryar e bi Wezîrên Derve yên Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê re bicive û behsa pirsa Kurdan û duberekiyan bi Tirkiye û seqamgiriya Sûriyeyê re bikin.”

France Pressê herwesa amaje jî daye, “Pirsa rakirina sizayan ji ser Sûriyeyê jî dê pareke tewerên danûstandinan be.”

Gefên Tirkiyeyê li beranberî Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li Sûriyeyê Amerîka nîgeran kiriye. Her di vî warî de Blinken li Parîsê ragehandibû, ew bi Enqereyê re di peywendiyê de ne ku operasyonên serbazî yên Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê rû nedin.

 

K24

Top