• Friday, 10 January 2025
logo

Almanya dilgermiya xwe ji bo çarenivîsa Kurdan li Sûriyeyê diyar dike

Gulan Media January 10, 2025 Nûçe
Almanya dilgermiya xwe ji bo çarenivîsa Kurdan li Sûriyeyê diyar dike

Şandiyê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê amajeyê dide ku, peywendî bi Fermandeya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê re kiriye û li ser paşeroja Kurdan li wî welatî danûstandin kirine.

Şandiyê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck îro (Pêncşem, 09.01.2025) ji ajansa North Pressê re got ku, bi rêya tilefonê peywendî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re kiriye, û li ser paşeroja Kurdan li wî welatî danûstandin kirine û dîtin û nerînên xwe li hev guhertine.

Stefan Schneck amaje jî daye ku, wan bi hûrî behsa paşeroja siyasî ya Kurdan li Sûriyeyê û tevaya mafên wan di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de kiriye. Herwesa gotiye, “Desthilata nû ya Sûriyeyê pêştir ev ragehandiye.”

Şandiyê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê tekez jî kiriye, “Giring e ev mijar ji bo ecêndayeke niştîmanî bê veguhastin, ji bo hevgirtina hemî hêzan.”

Navbirî ron jî kiriye, “Danûstandin gelek giring in û Almanya jî pêxemetî vê yekê hemî şiyanên xwe bi kar tîne, ji bo ku danûstandin serkeftî bin, xasma jî eger hevrikî neyên çarekirin, Sûriye seqamgir nabe.”

Top