Mezlûm Ebdî bangî Donald Trump kir
Mezlûm Ebdî bangî Donald Trump kir û xwest ku hêzên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bimînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rûdanên dawiyê ji The Guardianê re nirxandin.
Mezlûm Ebdî bangî serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump kir û xwest ku hêzên Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê venekişîne.
Ebdî diyar kir ku vekişîna hêzan dê rê li ber xurtbûna DAIŞê veke.
Mezlûm Ebdî ragihand ku DAIŞ ji çekên ku ji desthilata Esed bi dest xistine sûdê werdigire û li herêmên çolê xurt dibe.
“Vekişîna Amerîkayê dê bibe sedema xurtbûna gelek rêxistinên terorê”
Ebdî destnîşan kir, "Hêzên Kurd di bin zexta Tirkiye û çekdarên girêdayî Enqereyê de ne" û li pey çû:
“Hebûna Amerîkayê li qadê faktora sereke ya aramiyê ye û vekişîna leşkerên Amerîkayê dê bibe sedema xurtbûna gelek rêxistinên terorê û bi taybetî jî dê bibe sedema vejîna DAIŞê.
Ji ber ku HSD niha mijûl e herêmê ji êrişên Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê biparêze terorîst plan dikin êrişî girtîgehên ku çekdarên DAIŞê li wan girtî ne bikin.”
Li gorî Ebdî, divê Trump metirsiyên ku dê ji vekişîna hêzên Amerîkayê derkevin fêhm bike û got:
"Êrişên dawî yên li Amerîkayê -amaje bi êrişa sersalê ya li New Orleansê da- nîşan didin ku metirsiya terorê zêde dibe."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku birêvebiriya Biden hewl dide di navbera Tirkiye û Rêveberiya Xweser de navbeynkariyê bike.
Ebdî rewşa di navbera her du aliyan de bi rengê "hinekî aram" pênase kir û got ku ji bilî pevçûnên sînordar ên li herêma Feratê rewş aram e.
Ebdî bal kişand ser li ser wê yekê kir ku aramiya herêmê girêdayî mayîna hêzên Amerîkayê ye û xwe lê berda:
"Vekişîna hêzên Amerîkayê dê bibe sedema rewşeke tevlihev û ji ber sedemên ku gefê li Kurdan dikin dibe ku ev jî bibe sedema şerekî navxweyî yê nû."
"HSDyê ji bo welatên Ewropayê jî şer kir"
Mezlûm Ebdî got, "HSDyê ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo welatên Ewropayê jî li dijî DAIŞê şer kir" û destnîşan kir ku hevalbendên Ewropayî dê dev ji Koalîsyonê bernedin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja înê got ku eger daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin.
Donald Trump sala 2019an di dema xwe ya yekem de biryar da ku hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Trump ev biryara xwe bi gotina "Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi Amerîkayê re şer nekir" parast.
Trump dê 20ê vê mehê dest bi peywira xwe bike û spekulasyonên derbarê vekişîna leşkerên Amerîkayê zêde bûne.
Dihat zanîn ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 900 leşkerên Amerîkayê hene lê Pentagonê meha borî ragihand ku ev hejmar 2 hezar e.
Rudaw