Cîgira Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Ehmed Jolanî gureke di çermê pez de
Cîgira Wezîrê Derve yê Îsraîlê Şarîn Hexel, Fermandarê Giştî yê Desteya Tehrîr Şam Ehmed Coranî dişibîne gurê di cermê pez de.
Di civîneke rojnamevaniyê de navborî komek wêneyên Colanî xistiye ber çavan ku di grûpên çekdar ên tundrew de çalakiyên wî hebûne û got, “Divê em îmaja komên cîhadî yên Sûriyê sipî nekin. Em dizanin ku ew kî ne û bi rastî çi ne, Navên xwe biguherînin jî em dizanin ku xeteriya wan li ser Rojava çiqasî ye.”
Şarîn got, “Ew grûp terorîstin û Colanî jî gureke di çermê pez de.”
Gotinên wê berpirsa Îsraîlî di demekê de ye ku hêzên Îsraîlî berdewam in li ser wêrankirina jêrxana aborî ya Sûriyê piştî rûxana Beşar Esed, û artêş jî dibêje wê zêdetirî 350 êrîşên asmanî li ser çeper û cebilxaneyên artêşa Sûriyê pêk anîne.
Basnews