Komara Çek gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê
Balyozê nû yê Komara Çek li gel Serokê herêmê civiya.
li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek li Îraqê Jan Šnaidauf kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê pîrozbayî li balyozê nû yê Komara Çek kir û tevahiya piştîvaniya aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bo ser xistina pîwerdariya xwe bo Jan Šnaidauf diyar kir.
Ji aliyê xwe ve balyozê nû yê Çek jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, welatê wî gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Kurdistan û Îraqê û bo vê yekê jî hewl didin daku, di tevahiya waran de têkilî û hevbeşiya heyî zêdetir bikin.
Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraq û pêşhatên dawî yên rewşa giştî mijarên din yên vê civînê bûn ku, Konsulusê Komara Çek li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bû.