Ehmed Colanî daxwaza hilweşandina HSDê dike
Duh 17.012.2024, Fermandarê Desteya Tehrîr Şam, di tora civakî ya Xê de çend peyamek di bin navê parastina yekparçeyîya Sûriyê belav kiriye.
Colanî nivisiye: “Tekane çeka rewa çeka dewletê ye” û eve jî weke amajeyekî ku nabe ku Sûriye ji derveyî dewletê ti hêzên din bimîne.
Colanî dibêje: “Ji bo yekrêziya Sûriyê û serweriya dewleta Sûriyê li ser hemû xaka wê, ez bang li her yek ji hêzên HSDê dikim ku veqetin û beşdarî serkirdayetiya leşkerî bibin.”
Colanî her di dirêjahiya peyama xwe de nivisiye: “Pêşeroja Sûriyê, Sûriyeyên azad diyar dikin.
Peyama nû ya Ehmed Colanî di demekî de ye ku Sûriyê di rewşeke hestiyar de derbas dibe û di çend rojên borî de jî ragehandiye: Kurd gelek zilm û zordarî dîtine û mafên wan dê li Sûriyê bên parastin.
Basnews