• Wednesday, 18 December 2024
logo

PDKê û YNKê daxuyaniyekî hevbeş belav kirin

Gulan Media December 18, 2024 Nûçe
PDKê û YNKê daxuyaniyekî hevbeş belav kirin

Doh 17.12.2024ê li binkeyê Polîtburoya PDKê ya li Pîrmamê hevdîtina şandeyên danûstankar ên PDK û YNKê pêkhat.

Piştî civînê daxuyaniyekî hevbeş hate belav kirin û hat ragehandin, di civînê de rewşa navçeyê û guhertinên çêbûne û bandora wan li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û herdu alî hemramanbûn li ser yekrêzî û yekhelwêstiyê û di vê qonaxa hestyar de li parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê.

Li gor heman daxuyaniyê, mijara civînê behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêngavên pêwîst ên ji bo serxistina wê proseyê bû. Herdu alî hemramanbûn ku di demekî kurt de li ser amadekirina bernameyekî hevbeş ji bo wê bingehê hikûmraniya Kurdistanê di qonaxa paşerojê de li ser birêve biçe amade bikin. Bi awayekî ku parêzgariyê li pêgeh û seqamgiriya Herêma Kurdistanê, maf û berjewendiyên hemwelatiyan û hemû pêkhateyan bike.

Dawiyê de jî hat gotin ku biryar hate dayîn lijneyekî hevbeş kar li ser amadekirina reşnivîsa wê bernameyê bike ku ji bo civînê pêş amade be.

Top