• Saturday, 30 November 2024
logo

Hakan Fîdan li ser şerê li Helebê daxuyanî da

Gulan Media November 30, 2024 Nûçe
Hakan Fîdan li ser şerê li Helebê daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser pirsa derbarê rewşa li Helebê de got, ew beşdarî şer nebûne û tedbîrên pêwîst hatine standin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Foruma TRT Worldê gotarek pêşkeş kir.

Hakan Fîdan li ser rewşa dawî ya li Helebê diyar kir ku Tirkiye beşdarî şerê li wê derê nebûye.

Fîdan da zanîn ku ew nakevin nav hewleke ku pêleke nû ya koçberan ber bi welatê wan ve bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan amaje bi wê yekê jî daye ku li sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de wan tedbîrên pêwîst standine û Tirkiye dixwaze di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de roleke avaker bilîze.

Fîdan di axaftina xwe de bal kişand ser çekdariya li Rojhilata Navîn û Asya Pasîfîkê û diyar kir ku ev rewş dikare cîhanê ber bi şerekî nukleerî ve bibe.

Rudaw

Top